BI DÎMEN

YJK-E têkildarî 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî daxuyanî da 

YJK-E’yê ragihand ku 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî wê bibe lûtkeya girêdana bi Rêber Apo re û têkoşîna ji bo civakeke demokratîk û aştiyê û bang li her kesî kir ku beşdar bibin.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-E) têkildarî 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî daxuyanî hat dayîn. Berdevkên Meclîsên Jinên Kurd ku ji gelek herêman hatibûn û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka YJK-E’yê Kezban Dogan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew ê beşdarî mîhrîcana ku her sal li Ewropayê tê lidarxistin bibin.

 

Kezban Dogan anî ziman ku ev pêvajo ji bo naskirina mafên gelê Kurd û bi zagonan parastina wan demeke girîng e. Kezban Dogan destnîşan kir ku ev vîn di heman demê de tê wateya girêdana bi Rêber Apo re û rasterast bi azadiya Rêber Apo re têkildar e. Kezban Dogan got ku beşdariyeke girseyî ya ji bo mîhrîcanê wê bibe lûtkeya vê girêdanê û têkoşînê û bang li her kesî kir ku di 33’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî de li hev bicivin.