Serokwezîrê Romanyayê piştî hilbijartina serokomariyê îstifa kir

Serokwezîrê Romanyayê Marcel Ciolacu piştî Crin Antonescu nekete tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê, îstifa kir û ev yek koalîsyona desthilatdariyê hîn bêtir parçe kir.

Serokwezîrê Romanyayê Marcel Ciolacu ji ber ku namzetê koalîsyona mezin ê desthilatdariyê Crin Antonescu bi ser neket û nekete tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê, ji serokwezîrtiyê îstifa kir.

Namzedê nîjadperest George Simion di tûra yekem a hilbijartinên serokomariyê ya ku roja Yekşemê êvarê pêk hat de bi wergirtina nêzîkî ji sedî 40.5 dengan bê yekem.