Kurd û Yewnanan banga tevlîbûna pêngava azadiyê kirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Atînayê li hev civiyan û banga tevlîbûna pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên Yewnanî li paytexta Yewnanistan Atînayê li hev civiyan û banga tevlîbûna çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê destpê kir û hê jî didome kirin. Ji bo çalakiyên di çarçoveya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bên lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan banga tevlîbûnê kirin, peyama ku ew ê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin dan.

Yewnaniyên dostên Kurdan komploya navneteweyî weke ‘çarmîxkirina’ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kirin û bal kişandin ser berfirehkirina pêngava azadiyê û banga beşdarbûna çalakiya 15'ê Sibatê ya li Atînayê jî bê lidarxistin, kirin