Li Hambûrgê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, meşek hat lidarxistin.

Beriya meşa ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat organîzekirin, ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê Emîn Qoser axivî, diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd e û destnîşan kir ku divê pêngav û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin bên qebûlkirin. 

Pişt re jî ciwan meşiyan û ji bo şermezarkirina dewleta Tirk diruşmeyan berzkirin. Polîsên Elman ji ber zêdebûna alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin mudaxeleyî meşê bikin. Li ser vê yekê ciwanan çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Meş bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.