Ciwanên TCŞ’ê li Amsterdamê dest bi meşa dirêj kirin
Li Amsterdamê ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin.
Li Amsterdamê ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin.
Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ'ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) li bajarê Amsterdam ê Hollandayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek dirêj hat lidarxistin.
Çalakvanan beriya dest bi meşê bikin, di şexsê şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Piştre li ser navê Meclîsa Ciwanên Şehîd Çekdar Canfeda ya Hollandayê Ahmet Şahîn axivî û wiha got; “Divê dewleta Tirk a dagirker vê yekê baş bizane ku di vê roja reş de çi dibe bila bibe em weke gelê Kurd heta roja me ronî nebe em ê qadên xwe terk nekin. Çi dibe bila bibe, wê sala 2024'an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji bo vê em weke ciwanên Kurd li Amsterdamê daketin qadan. Ev çalakî wê berdewam bikin.”
Şahîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe, em ê qadên xwe terk nekin, em ê dest ji têkoşînê bernedin."
Piştî axaftinê girseya gel li ber komeleya Zaandamê dest bi meşê kir û wê heta îstasyona bajarê Amsterdamê meşa xwe bidomîne.