Hevseroka KON-MED'ê çû serdana çalakvanên greva birçîbûnê
Endamên AVEG-KON, SKB, Young Struggle û TSP’ê ji bo piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan li Kolnê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
Endamên AVEG-KON, SKB, Young Struggle û TSP’ê ji bo piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan li Kolnê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
Endamên Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON), Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropa (SKB), Platforma Têkoşîna Ciwan û Dengê Girtiyan, li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakiya 3 rojan li dar xistin. Girtî 68 roj in li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne.
Ji bo çalakiya greva birçîbûnê li ber Katedrala Dom a Kolnê kon hate vedan. Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça, siyasetmedar Nursel Aydogan û dayika şehîd Şenge Kahraman çûn serdana çalakvanan.
Rûken Akça li vir axivî, diyar kir ku çalakiyên 3 rojan ên ji aliyê aktîvîstên sosyalîst ên Tirkiyeyê ve hatin destpêkirin girîng û bi nirx e û got, "Dewleta Tirk ji ber israra xwe ya di şer de, komkujiyên li ser gelê Kurd û derketina ji gelê Kurd dimeşîne di nava kaosê de ye. Ji ber vê pirsgirêka Kurd çareser nabe.
Li Rojhilata Navîn şer roj bi roj zêde dibin, lewma pirsgirêk jî derdikevin holê. Banga me ji her kesên demokrat, sosyalîst û alîgirê mafên mirovan re ye. Ji bo jiyana demokratîk a li Tirkiyeyê mil bi mil têbikoşin."
Rûken Akça da zanîn ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 25 sal in hemû Kurd di bin tecrîdê de ne û wiha domand: “Girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 2 meh in di greva birçîbûnê de ne. Ev grevên birçîbûnê ji bo azadiya gelan, demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd tên lidarxistin. Ji ber vê yekê em li ku bin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Hevserok Ruken Akça banga beşdarbûna meşa mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bê lidarxistin kir û got, “Divê em hemû bi deh hezaran,bi sed hezaran cihê xwe bigirin."
Piştre ji bo meşa 17’ê Sibatê belavok hatin belavkirin û agahî hatin dayîn.