Li Romayê ji Îmraliyê re qert hatin şandin

Kurdistaniyên li paytext Romayê li hev civiyan, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di şert û mercên girankirî yên tecrîdê de tê ragirtin, qert nivîsandin û şandin.

Kurdistaniyên li paytexta Îtalya Romayê li hev civiyan û beşdarî kampanyaya "100 hezar qertan bişînin Îmraliyê" ya Tevgera Jinên Kurd bûn û bi girseyî qert şandin.

Girseyê ku fikarên xwe ji ber pergala îşkenceya Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin anîn ziman û ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin.

Kurdistaniyan piştî ku qert avêtin qutiya postexaneyê dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî" berz kirin.