Li Viyanayê meş: Rojava biparêzin!

Li Viyanayê gelê Kurd û dostên wan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê protesto kirin û bang li dewleta Awûstûrya kirin ku li dijî êrîşan bikevin nava liv û tevgerê.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamentoya Awûstûrya hatin gel hev û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê meşiyan.

Girseya ku heta Karsplatzê meşiyan, li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Awûstûryayê axaftin hat kirin. Hat diyarkirin dewleta Tirk tu carî nikare bigihêje armancên xwe û wiha dewam kir: “Em ê hemû polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a qirker derxin holê. Weke Meclîsa Civaka Kurd a Awûstûryayê em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî rabe û demildest êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê rawestîne. Konseya Navneteweyî di meha adara borî de êrîşên Tirkiyê yên li ser axa Kurdan li Iraq û Sûriyê bi tundî şermezar kiribû û bang li Hikûmeta Federal kiribû ku li dijî êrîşan li qada navneteweyî cih bigire. Em li bendê ne ku Hikûmeta Federal demildest li dijî êrîşên dewleta Tirk têkeve nava liv û tevgerê.”

Di meşê de dûrişmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Di meşê de pankartên "Parastina Rojava tê wateya parastina azadiyê" û "Rojava biparêze" hatin hilgirtin.