Nobeta Azadiyê di hefteya 603’an de ye: Divê em mudaxeleyî pêvajoyê bikin
Nobeta Azadiyê ku nêzî 12 sal in li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, vê hefteyê koma Marsîlyayê dewr girt.
Nobeta Azadiyê ku nêzî 12 sal in li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, vê hefteyê koma Marsîlyayê dewr girt.
Çalakiya "Nobeda Azadiyê" ya ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî hatibû destpêkirin, di hefteya 603’an de didome.
Vê hefteyê jî sê welatparêzên ji bajarê Marsîlya ê Fransayê, çalakiya nobetê ya her hefte li nuqteya hevpar a ku saziyên Ewropayê lê dicivin, bdewr girtin.
Di komê de Nîhat Îldan, Diyadîn Gulen û Taner Karakaya cih digirin.
Li ser navê komê Nîhat Îldan axivî û diyar kir ku divê Konseya Ewropa û Parlamentoya Ewropayê li hember Abdullah Ocalan ê ku 3 sal in tu agahî nayê girtin, berpirsyariya xwe bi cih bînin û divê CPT careke din biçe Girava Îmraliyê. Îldan got ku divê CPT encamên hevdîtinên xwe bi raya giştî û bi taybet gelê Kurd re parve bike.
Îldan got, "Em grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên li zindanan ve hatine destpêkirin û çalakiya nobetê ya Dayikên Aştiyê yên ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav dikin."
Îldan ji Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn xwest ku bikevin nava liv û tevgerê, beşdarî hemû çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.