Li Lîmasolê êrîşên dagirkerî û qirkirinê hatin protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li Lîmasolê daketin qadan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê protesto kirin.

Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan bi meş û mîtîngê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.


Çalakiya bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Qibrisê û Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê, li Lîmasolê li ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlos bi meşekê destpê kir.

Çalakvanan ji vir heta Nûnertiya Konsolosxaneya Rûsyayê meşiyan û dirûşmeyên li dijî dagirkeriyê û qirkirinê berz kirin.

Çalakî piştî axaftina nûnerê PYD'ê yê Qibrisê Yasîn Terbûş bi dawî bû.