Çalakiya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, didome.
Çalakiya di çarçoveya pêngava “Dem dema azadîyê” de her roja Çarşemê tê lidarxistin de, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. Her wiha starta şandina 100 hezar qertên ji bo Îmraliyê hat destpêkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, li ser navê Komîteya Çalakiyên Cenevreyê Mustafa Albunbaş axaftinek kir. Altunbaş da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev 3 sal in gihiştiye asta êşkenceyê.
BÊYÎ ABDULLAH OCALAN AŞTÎ NABE
Altunbaş êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên jiyanê û binesaziya sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Îranê yên li ser Hewlêrê şermezar kir. Altunbaş destnîşan kir ku bingeha van êrîşan tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin û got ku bêyî Ocalan aştî ne pêkan e. Altunbaş wiha axivî: "Yekane şertê ku wê lrê li ber gelên Rojhilata Navîn veke û aştiyeke mayînde pêk bîne, azadiya Abdullah Ocalan e."
Piştre Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Tûba Yilmaz mafê axaftinê girt. Tûba Yilmaz da zanîn ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi operasyonên şoreşgerî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê derba herî giran li polîtîkayên faşîst-qirker xistine û wiha dewam kir: “Ev çalakiyên şoreşgerî yên ku di şert û mercên giran ên zivistanê de pêk hatin û çeteyên faşîst şikandin. Ev çalakî dewleta Tirk a dagirker-qirker û hêzên li pişt wê wêran kir û moral û coşeke mezin da gelê me û dostên me yên welatparêz. Bi van çalalkiyan hêvî û baweriya bi serketinê xurtir bû.”
GERÎLA HÊZEKE MEZIN DA PÊNGAVA AZADIYÊ
Tûba Yilmaz, bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin di roja 52’an de ye û wiha got. “Hem çalakiyên şoreşgerî yên têkoşerên heqîqetê û hem jî berxwedana li zindanan a grevên birçîbûnê yên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tên, hêzek mezin daye çalakiyan. Dost û dijmin, her kesî careke din rastiya ku rûxandina pergala mêtinger-qirker û hêza têkneçûyî ya gerîlaya fedakar a Apoyî dît. Em destkeftiyên dîrokî yên hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê yên ku di operasyonên şoreşgerî de cih girtine, berxwedana hevrêyên xwe yên di zindanan de pîroz dikin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Berdewamiya çalakiyên bi vî rengî yên serkeftî dixwazin. Em bi ruhê hevrêtiya Apoyî wan silav dikin."
ŞANDEYA LÎBYAYÎ JÎ BEŞDARÎ KAMPANYAYÊ BÛ
Piştî axaftina Hevserok Tûba Yilmaz, qertên ku di çarçoveya Kampanyaya 100 Hezar Qert de ji bo Îmraliyê bên şandin hatin îmzekirin.
Parêzvanên mafên mirovan ên Lîbyayê yên ji bo şopandina civînên li Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê bûn, konê çalakiyê jî ziyaret kirin û beşdarî Kampanyaya 100 Hezar Qert bûn.
Rojnamevn û Lêkolînerê Mafên Mirovan - Rêveberê Şopandina Sûcên Lîbyayê Alî Alaspli û parêzvanê mafên mirovan Maksaut Atti yê li Tûnisê dixebite ji ANF'ê re axivîn.
Alî Alaspli diyar kir ku ew têkoşîna Kurdistanê û gelê Kurd ji nêz ve dişopînin û got ku parastina azadiya Abdullah Ocalan girîng e. Alaspli diyar kir ku ew ê Kampanyaya 100 Hezar Qertan a ku beşdarî wê bû bi derdora xwe re parve bikin.
Maksaut Attî jî beşdarî kampanyayê bû û diyar kir ku divê gelê Kurd û Kurdistan azad bibe.