Li Den Haagê çalakî: Armanca dewleta Tirk qirkirin e

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Dem Ned li ber Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ya li Den Haagê li hev civiyan, şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên sivîl ên Rojava hatin protestokirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk qirkirin e û hat gotin, "Divê qada hewayî ya Rojava ji dewleta Tirk re bê girtin. Divê dewleta Tirk li DMME'yê bê darizandin."

Endamên AveG-Kon jî beşdarî çalakiyê bûn.