TCŞ Û TekoJIN li hemberî êrîşên dagirkeriyê banga têkoşînê kirin

Tevgerên Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava sûcê şer e û bang li wan kirin ku têkoşîna li dijî qirkirinê berfireh bikin.

TCŞ û TekoJIN’ê piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e li ser erdnîgariya Kurdistanê êrîşên qirkirinê dike, Dewleta Tirk a dagirker ku di operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên Zap, Metîna û Avaşînê de nikare pêşî li windahiyan  bigire, her carê cih û warên sivîlan û binesaziyên Rojava bombebaran dike û komkujiyên xwe yên li dijî sivîlan didomîne."

Daxuyanî wiha dewam kir: “Hikûmeta şer a faşîst a AKP-MHP’ê ku bi temamî li Tirkiye û erdnîgariya cîhanê asê maye û di nava tengasiyeke mezin de ye. ji bo hilbijartinên pêşwext  ji ‘Operasyona Şoreşgerî ya Ehmed Rubar’ û vir ve êrîşên giran li dijî Rojava pêk tîne. Di êrîşan de rasterast çavkaniyên enerjiyê, qadên sivîlan û pêdiviyên bingehîn ên gel hatin hedefgirtin. Li hemberî van êrîşan bêdengiya hêzên navneteweyî şerm e. Wezîrê dewleta Tirk a qirker Hakan Fîdan piştî van gefan êrîşên li ser herêmê derxist asta tolhildanê. Ji ber ku yek ji armanca van êrîşan jî ew e ku derfetê bidin DAÎŞ'ê û rê li ber rêxistinkirina wê vekin.

Artêşa Tirk a faşîst bi xerakirina aramiya herêmê û hedefgirtina avahî û binesaziyên ku gel jê xizmetê distîne, sûcên şer dike. Ev êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, li dijî hiqûqa navneteweyî ne û artêşa Tirk sûcê mirovahiyê pêk tîne. Dîktator Erdogan û dewleta Tirk a qirker li ser herêmê xeteriyeke mezin e. Em 25’em salvegera Komploya 15'ê Sibatê li pey xwe dihêlin, ev êrîş hemû destkeftiyên şoreşa Rojava û gelê Kurd dike hedef. Dewleta Tirk a qirker li ber çavên hemû cîhanê bi awayekî eşkere sûcên şer dike. Divê hêzên navneteweyî erk û berpirsyariya xwe pêk bînin û li hemberî van êrîşan bisekinin. Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê û Tevgera Jinên Ciwan bang li hemû rêxistinên ciwanên çep-sosyalîst, demokrat û antîfaşîst ên li Ewropayê dijîn, di serî de ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê dikin ku li dijî van êrîşan bi awayekî rêxistinkirî dakevin qadan.. Divê gelê Kurd û dostên wan li dijî van êrîşan bibin dengê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Îro roja parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye. Roj roja yekîtî û hevgirtinê ye. Îro roja têkoşîna li dijî qirkirina dewleta Tirk a dagirker e. Bi vê baweriyê em bang li her kesî dikin ku li her qadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.”