BI DÎMEN

Li Stûttgartê ji bo Abdullah Ocalan kampanyaya 100 hezar qert

Li Stûttgartê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 100 hezar qertan bişînin Îmraliyê hat destpêkirin û banga tevlîbûna kampanyayê hat kirin.

Federasyona Gelên Kurdistanê (FED-GEL) ragihand ku ji bo ji Abdullah Ocalan re qertan bişînin ji bajarê Elmanya Stûttgartê dest bi kampanyayê kirine.

Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê de ku Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça jî amade bû, ji bo ragihandina kampanyayê bang li raya giştî hat kirin.

Rûken Akça diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî ya ku tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd de tê ragirtin û got ku çareseriya pirsgirêkên hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn di paradîgmaya nû û azadiya Abdullah Ocalan de derbas dibe.

Akça banga xwedîderketin û beşdarbûna kampanyayê li her kesî kir.