Dr. Lewîdow: Bi tecrîdê rêya çareseriyeke aştiyane dixetime

Dr. Les Levîdow ku yek ji wan avakerên Kampanyaya Li Dij Krîmînalîzekirina Civakên Koçber (CAMPACC) diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya çareseriyeke aştiyane dixetime û azadiya Ocalan xwest. 

Dr. Les Levîdow li Zanîngeha Openê ku yek ji zanîngeha herî mezin a Îngilistanê ye  mamoste ye û yek ji damezrînerên Kampanyaya Dijî Krîmînalîzekirina Civakên Koçber (CAMPACC) e. Les Levîdow di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Rojhilata Navîn de ji Medya Haber TV pirsên Erem Kansoy bersivand. 

Lêkolînerê payebilind û kesayetê navdar ê çepê Îngilîz Dr. Levîdow destnîşan kir ku bêyî azadiya Rêber Apo pirsgirêka Kurd çareser nabe û li herêmê aştî pêk nayê. 

Dr. Levîdow diyar kir ku divê PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe bê derxistin û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirî ji pêngava çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd kir. 

'RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK JI BO AŞTIYÊ PÊRGALEKE KU DIVÊ MÎNAK BÊ SITENDIN’

Lewîdow ev tişt anî ziman: “Yekane rêya aştiyê bi demokrasiyeke rûniştî dikare pêk were ku Ocalan ev yek nîşanî me da. Ocalan baş dît û diyar kir ku çareseriya aştiyane encax bi guhertinên cidî yên di nava dewleta Tirk de pêkan e. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmê bi fikrên Ocalan hatiye avakirin, pergaleke ku divê ji bo aştiyê bibe mînak.

‘DIVÊ EM DAXWAZA XWE BI HÊZTIR BIDOMÎNIN’

Dr. Lewîdow axaftina xwe wiha domand: “Divê em daxwaza xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi hêztir bidomînin. Her wiha divê em karibin hîn zêdetir rêxistinan tevlî kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bikin. Divê em tevlîbûna sendîkayan bi taybetî li Brîtanyayê xurt bikin. Divê ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî bê xebitandin. Her wiha divê em piştgiriyê bidin her kesê ku li Ewropayê ji ber qedexeya PKK’ê hatine mehkûmkirin. Divê em karibin piştgiriya aborî ya dewleta Tirk ji saziyên akademîk ên Îngilistanê re eşkere bikin, ji ber ku ev rêxistin bi devê rejîma Tirk propagandaya hişk a rejîma Tirk dikin. Ji bo kampanyaya 'Boykotkirina Tirkiyeyê' ya ji bo rawestandina hemû piştgiriya akademîk, bazirganî û leşkerî ya ji Îngilistanê ji bo Tirkiyeyê tê meşandin, divê piştgirî bê dayîn." 

‘BI TECRÎDA MUTLEQ RÊYA ÇARESERIYA AŞTIYANE DIXETIME’

Revandina Ocalan a bi komploya navneteweyî ya derqanûnî û tecrîda ku didome, rê dide dewleta Tirk ku zextên xwe yên li ser gelê Kurd zêdetir bike. Tecrîda mutleq a li ser Ocalan jî rê li ber her çareseriyeke aştiyane digire. Dema em behsa girîngiya azadiya Ocalan dikin, em nikarin vê rastiyê paşguh bikin. Azadiya Ocalan jî wê dawî li têkiliyên qirêj ên rejima tirk ên bi hêzên rojavayî re û şerê wê yê taybet ê li ser kurdan re bîne. Yekane rêya rejîma Tirk a ji bo bidawîkirina zext û zordariya li ser gelê Kurd ê ku dixwaze bi awayekî demokratîk xwe bi rê ve bibe, azadiya Ocalan e. Divê em girîngiya azadiya Ocalan fêhm bikin û rêxistinên pêşverû yên li hemû cîhanê bi taybetî li Îngilistanê bi dengekî bilind daxwaza azadiya Ocalan bikin.”