29’emîn Konferansa Rosa Luxemburgê hate lidarxistin

Di 29’emîn Konferansa Rosa Luksemburgê ya li Berlînê Tempodrumê hat lidarxistin de li dijî rabûna rastgirên tund û şer pêwîstiya bilindkirina eniya aştiyê hat destnîşankirin.

29’emîn Konferansa Rosa Luksemburgê li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdariya zêdetirî 3 hezar û 500 kesî hat lidarxistin. Di konferansa ku bi pêşengiya rojnameya Junge Welt hat organîzekirin de li ser rabûna rastgirên tund ên li Ewropa û Elmanyayê, şerên li Rojhilata Navîn û cîhanê, mîlîtarîzekirina ciwanan û sosyalîzm weke sîstemeke alternatîf, rûniştin hatin lidarxistin.

SIDMUSTAFA: DIVÊ SEHRAYA ROJAVA ÇARENÛSA XWE BI XWE DIYAR BIKE

Di axaftina xwe de ji Nûnertiya Elman a Eniya Rizgariya Sehraya Rojava Saleh Sidmustafa kurteya dîroka şer a ji Konferansa Afrîkî ya Berlînê ya sala 1884’an ku Sehraya Rojava radestî Spanyayê hate kirin,heta sala 2020’an kir. Sidmustafa destnîşan kir ku sedema çaresernekirina nakokiyên li ser Sehraya Rojava çavkaniyên dewlemend ên herêma ku bi dehan sal in ji aliyê Fasê ve hatiye dagirkirin. Sidmustafa tekez kir ku dagirkeriya Fasê ya li Sehraya Rojava bi hinceta pêşxistina çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf hatiye xurtkirin û "bi kesk şûştin".

MUZÎKAR OSORIO: EM ALLENDE Û JARA JI BÎR NAKIN

Kompozîtor û muzîkjenê Şîlî Daniel Osorio ku beşdarî konferansê bû, ji bo bîranîna derbeya li dijî Allende û berxwedana li dijî dîktatoriya li Şîlî (1973-1990) tevkariya muzîkî û dîtbarî kir. Osorio got, "Ji bo Allende, ji bo Vîctor Jara rêzgirtin e" û diyar kir ku bername ji bo dîroka Şîliyê ya beriya derbeyê, di dema derbeyê û piştî darbeyê de hatiye diyarkirin.

Dema ku strana herî navdar a berxwedana Şîlî hat lêxistin: "¡ El pueblo unido jamás será vencido!" beşdar hemê rabûn ser piyan dirûşm berz kirin.

HASLBECK: DIVÊ DIJBERÊN NATO’YÊ DAKEVIN KOLANAN

Franz Haslbeck di konferansê de axivî û got, di demên ku şer giran dibin de divê tevgera aştiyê xurtir bibe. Haslbeck diyar kir ku helwest û polîtîkayên hikûmeta Elman raya giştî manîpule dike û anî ziman ku divê dijberên NATO'yê dakeve kolanan.

Ji Partiya Çep Tobîas Pflûger, diyar kir ku tevgera aştiyê bûyereke navneteweyî ye, banga vejîna tevgera aştiyê kir û got, “Di dawiyê de divê em bi awayekî mantiqî bêçek bibin.”

NEVIYÊN LIEBNECHT MÊVANÊN RÛMETÊ BÛN

Di nav mêvanên rêzdar ên Konferansa Rosa Luxemburg de Maja Karlena û Marianne Liebknecht, neviyên Karl Liebknecht ku di sala 1919’an de ji hêla Freikorps ê Elman ve hat kuştin, hebûn. Her du li stantan geriyan û bi beşdaran re sohbet kirin, rastî eleqeyek mezin hatin.

CIWAN Û MÎLÎTARÎZM HATIN NÎQAŞKIRIN

Di konferansê de bi sernavê "Ciwanan" li ser têkoşîna aktîf a li dijî mîlîtarîzmê bidestxistina hişmendiya çînî hat nîqaşkirin. Di panela ciwanan de Freya Pillardy (SDAJ), Doguş Birdal (Ciwanên DÎDF), Ariane Alba Marquez (SDS) û Jan Hagelstein (IG Metall) û Aimo Gorne ji Komîteya Xwendekarên Eyaleta Berlînê mijara "Milîtarîzekirina ciwanan" nîqaş kirin.

Axaftvanên panelê bal kişandin ser hewldanên çîna serdest a ji bo bikaranîna ciwanan ji bo armancên xwe yên emperyalîst. Her wiha rewşa tevgera aştiyê û şîrketan jî hat axaftin.

CORBYN: JI BO FILISTÎNÊ PÊWÎSTÎ BI EDALETÊ HEYE

Serokê berê yê Partiya Karker a Brîtanyayê Jeremy Corbyn ku ji bo şopandina doza qirkirina Îsraîlê li Den Haagê ye, li ser înternetê peyameke silavkirinê şand. Corbyn di peyama xwe de bi bîr xist ku 13’ê Çileyê wek roja navneteweyî ya piştevaniya bi filistîniyên bindest re hatiye ragihandin û got ku li seranserê cîhanê li dijî şerê Xezeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Corbyn bi dîtina ku hikûmetên rojavayî piştgirîya Îsraîlê dikin tirsnak e û got, "Em ne tenê ji bo bidawîkirina şer, lazime dawî li dagirkeriyê were. Ji bo Filistînê edalet lazim e."

SEVDA KARACA: SOSYALÎZM ALTERNATÎF E

Parlamentera Partiya Karker (EMEP) Sevda Karaca Demîr a ku beşdarî konferansê bû, bal kişand ser navendîbûna çîna karker û têkoşîna çîna ji bo veguhertina civakî ber bi sosyalîzmê. Sevda Karaca, bal kişand ser zêdebûna nerazîbûn û protestoyên karkeran ên li çar aliyê cîhanê û diyar kir ku karkerên li Tirkiyeyê di salên dawî de tevî zextên rejîma yek zilamî ya Erdogan çalakî û grevên girîng li dar xistine û got, lewaziya çîna karkeran a heyî ev e.
Sevda Karaca diyar kir ku divê têkoşîna aborî veguhere têkoşîneke siyasî û bang li beşdaran kir ku xwe bispêrin bandora bangên li qada dîjîtal, rastiya girseyên proleter nas bikin û bi diyaloga kesane baweriya xwe ava bikin. Wekîla Sevda Karaca bi dirûşma "Wê barbarî têk biçe, çîna karkeran bi ser bikeve" dawî li axaftina xwe anî.

STUVEN: DIVÊ EM SÎNORÊN RASTGIRÊN TUNDREW ZANIBIN

Di rûniştina dawî ya Konferansa Rosa Lûksembûrgê de têkoşîna siyasî ya li dijî gefên rastgir ên her ku diçe zêde dibe hate nîqaşkirin. Pirsa “Wê kî çepgiran rawestîne?" Rojnameger Alev Bahadır (DIDF), Zaklin Nastic (Parlamenter, BSW), Şebnem Şerîatpanahî (DKP), Luca Stuven (Perspektive Kommunismmus) û Gerd Wiegel (Rêveberê Lijneya Federal a DGB’ê, Serokê Beşa "Demokrasî, Koçberî û Polîtîkaya Dijî Nijadperestiyê"), Derhênerê Giştî yê Weşana jW’ê Stefan Huth ve hate birêvebirin.

Alev Bahadir, anî ziman ku rabûna AfD'ê ji nedîtî ve nehat û polîtîkayên neolîberal ên bi dehan salan hatin meşandin rê li ber vê yekê vekir û got ku sala 2024'an wê careke din bibe sala qutkirinên mezin.

Alev Bahadir got, “Di demên krîzê de du rê hene: Ya hêzên çep sedeman tespît dikin û rêyên çareseriyê pêşkêş dikin, yan jî hêzên rastgir vê rewşê ji bo polîtîkayên xwe bikar bînin. Hêzên çep divê daxwazûn sereke bi hêztir diyar bikin," wî got.

Luca Stûven diyar kir ku kapîtalîzm di nava krîzê de ye û ev tişt anî ziman: “Lê divê em tenê bi afirandina alternatîfan re sînordar nemînin; divê em pêvçûna bi rastgiran re jî bidin ber çavên xwe. Her cihê ku em ji rastgiriya tund re dihêlin ji hêla wan ve tê dagirtin. Divê em sînorên xwe bizanibin.”

Konferans bi sirûda “Enternasyonalê” bi dawî bû.