Şehîdên Parîsê li Stuttgartê hatin bibîranîn: Em ji bîr nakin, efû nakin

6 şoreşger û welatparêzên ku 9’ê Çileya 2013’an û 22’ê Kanûna 2022’an li Parîse hatin qetilkirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. 

Nêzî 150 kes beşdarî çalakiya bîranîna şehîdên Parîsê ya li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bûn. Di bernameya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir, nûnera Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) û nûnera Komeleya Malbatên Şehîdan axaftinek kirin. 

Nûnera YJK-E’yê di nirxandina xwe ya li ser komkujiyên Parîsê de van yekan anî ziman: “Em şehîdên xwe Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin ku em qatilên wan nas dikin. Dewleta Fransa jî van kesan baş nas dikir. Di destê wan de nasnameyê hemûyan hebû. Armanc ew bû ku kesayetên pêşeng şehîd bikin, civakê ji hev belav bikin û bêpêşeng bihêlin. Em weke gel komkujiyên bi vî rengî baş dizanin. Em kujeran nas dikin. Em ê tu carî efû nekin. Şehîdên me wê her dem di dil û ramanên me de bibin ronahî û rêberên têkoşîna me ya azadiyê.” 

Di beşa jêrîn a bernameya ku saet 16.00’an de dest pê kir de sînevîzyona şehîdên Parîsê hate pêşkêşkirin. 

Hozan Comerd bi zêmar û berhemên xwe yên şoreşgerî xem û berxwedanê reng da bernameyê.

Di bîranînê de bênavber dirûşmên "Şehîd namirin” û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. 

Bernameya bîranînê ku piraniya beşdaran jin û ciwan bûn, derdora saet 19:00’an bi dawî bû.