Komkujiyên Parîsê li Reîmsê hatin protestokirin

Di meşa şermezarkirina salvegera Komkujiya Parîsê ya li Reîmsê de, gerîlayên azadiya Kurdistanê ku duh li dijî artêşa Tirk a dagirker Operasyona Şoreşgerî li dar xistibûn, hatin silavkirin.

Li bajarê Reîmsê yê Fransayê bi armanca şermezarkirina komkujiyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’yan ên li paytexta Fransa Parîsê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, M. Şîrîn Aydin û Abdurrahman Kızıl şehîd ketibûn, meşek hat lidarxistin. 

Meşa ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê li ber stasyona navendî ya Reîmsê destpê kir, heta navenda sûkê dewam kir.

Di tevahiya meşê de dirûşmên "Şehîd Namirin", “Kujer Erdogan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Meşa ku li navenda sûkê bi dawî bû, daxuyanî hat dayîn.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta ronîkirina van komkujiyan wê hesabpirsîna wan bidome û gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku duh li dijî artêşa Tirk a dagirker Operasyona Şoreşgerî li dar xistin, hatin silavkirin.