Şehîd Bêrîtan li Saarbruckenê hate bibîranîn

Bijîşk Bêrîtan Tanya Fecîr ya ku li Botanê şehîd bû, bi beşdariya Kurdistaniyan û malbata wê li Saarbruckenê hat bibirîanîn û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku duh derb li dewleta Tirk a dagirker xist hatin silavkirin.

Ji bo gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Tanya Fecîr (Selma Şavlig) ku di 12’ê Tîrmeha 2023’yan de li bajarê Bestayê şehîd bûbû, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. 

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. 

Piştre birayê şehîd Bêrîtan Ferît Şavlig axivî. “Ez hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Beriya her tiştî ez gerîlayên ku ji duh ve di bin barîna berfê de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, silav dikim. Ez li ser navê malbata şehîd rêzdariya xwe radigihînim." Şavlig piştre behsa jiyana xwişka xwe Bêrîtan a di nava têkoşînê de kir û ev tişt gotin: “Bêrîtan ji zarokatiya xwe ve neheqî qebûl nedikir. Di salên xwendinê de, digel 2005’an salên xwe yên xwendekariyê de tevlî xebatên ciwanan bû. 2008’an de jî tevlî refên gerîla bû. Heke em bi rojan behsa şehîdan bikin jî em nikarin heqê wan bidin. Tenê rêyek li pêşiya me heye; ev jî parastina têkoşîna ku wan a ji me re hiştine. Di serî de welatparêzên ku em li vir bi tenê nehiştin, ez bo şehîdan, Rêber Apo û gerîlayên wî yên fedekar re sond dixwim; heta Rêber Apo û Kurdistan azad bibe ez ê têbikoşim." 

Di axaftina li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de bal hat kişandin ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt hatin gotin: “ 34 meh in li hember agahî nestendina ji serokatiya me divê tu Kurd li malên xwe bi rehetî rûnenê.  Heke gerîlayên me tevî berf, serma û westandinê canê xwe jî didin ber xwe û ji bo me şer bikin û em  ji van ciwanan re nikaribin bibin bersiv ev bêwicdaniyeke mezin e.” 

Piştî axaftinan, bîranîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimre dagirkeriya Tirkiyeyê" û "Kujer Erdogan" bi dawî bû.