Ji bo Abdullah Ocalan mîtîng û çalakiya kart şandinê

Komek Kurdistaniyên li Mannheîmê dijîn ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin û piştre kart şandin. 

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda mutleq a 25 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û banga azadiya wî, mîtîngek hat lidarxistin. 

Di mîtînga saet 15:00’an de li Parandaplatz a navenda bajêr hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku 34 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan nayê girtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. wiha hat gotin: "Heta ku em ji Rêberê xwe agahî bistînin em ê nesekinin." 

Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû. Piştî mîtîngê Kurdistaniyan bi dehan kart ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.