Elmanya amadekariya meşa 17’ê Sibatê dike
Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Elmanyayê, xwe ji meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin, amade dikin.
Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Elmanyayê, xwe ji meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin, amade dikin.
Kurdistaniyên li bajarê Essen ê Elmanyayê, xwe ji meşa Kolnê ya di 17’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, amade dikin. Di vê çarçoveyê de bi pêkhateyên FED-MED û YJK-E NRW re civînek li dar xistin. Berdevkên FEDA, CÎK, Kultur, NAV-YEK û PYD'ê jî bi nêzî 100 kes beşdarî civînê bûn.
Komîteyên çalakiyê yên li qadên meşê hatin avakirin agahî dan. Di heman demê de civînên girseyî, serdanên mal û dikanan jî hatin plan kirin.
Di setên serê sibatê de li cihên ku qelebalix e wê stand bên vekirin û belavokên çalakiyê bên belavkirin.