Li Amsterdamê paradîgmaya Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin
Di semînera ku ji hêla Komuna Jinê ya Rojbîn ve hat lidarxistin de Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Jinê ya Azadîxwaz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin.
Di semînera ku ji hêla Komuna Jinê ya Rojbîn ve hat lidarxistin de Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Jinê ya Azadîxwaz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin.
Semîner bi moderatoriya ji Komuna Jinê ya Rojbîn Leyla Elbistan hat lidarxistin û Prof. Dr. Ji Zanîngeha Rojava Joost Jondergen û Beşîr Melle Newaf beşdar bûn.
Di semînera ku bi sedan xwendekarên navneteweyî û Zanîngeha Amsterdamê beşdar bûn de Prof. Jondergen bandora felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li cîhanê nirxand û Rojava weke mînaka herî hêsan a vê paradîgmayê bi nav kir.
Ji Zanîngeha Rojava Beşîr Melle Newaf li ser çawaniya jiyana paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava axivî. Piştî axaftinên di semînerê de pirsên xwendekaran ji aliyê panelîstan ve hatin bersivandin.
Piştî semînera sê saetan hunermend Roleda stranên Kurdî û Îngilîzî gotin.
Semîner bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.