Polîsên Elman li Hannover û derdora wê bi ser malên Kurdan de girtin
Polîsên Elman bi ser gelek malên malbatên Kurd ên li Hannoverê û derdora wê de girtin.
Polîsên Elman bi ser gelek malên malbatên Kurd ên li Hannoverê û derdora wê de girtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja Çarşemê di saetên serê sibê de polîsên Elman bi ser malên gelek Kurdistaniyên li bajarê Hannover û bajarokên derdorê dimînin de girtin. Di nav malên ku bi ser de girtin de mala hunermend Ciwan Çewlig jî heye.
Hate ragihandin ku wê roja Pêncşemê têkildarî zextên polîsên eyaleta Saksonya Jêrîn daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn.