Çalakiya rûniştinê ya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve li qada Natîons ku nûnertiya NY’yê li wir e, her Çarşem çalakiya rûniştinê pêk tê. Vê hefte ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hat bibîranîn.
Li qada çalakiyê bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Abdurahman Kizil û Mîr Perwer ên li Parîsê hatin qetilkirin, quncikek bîranînê hate avakirin.
Ji bo 4 gerîlayên HPG’ê yên di 23’yê Kanûna 2023’yan de li Zap û Xakurkê di operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên azadiya Kurdistanê de şehîd bibûn, deqeyek rêz hate girtin.
Piştre li ser navê Komîteya Çalakiyê Kasım Erîk axaftinek kir. Erîk bi bîr xist ku wan ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bi dest bixin, di Çileya 2021’an de li Cenevreyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û diyar kir ku çalakiya wan ji 3 salan zêdetir e berdewam dike û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-Ge) Îbrahîm Yuksel bi bîranîna şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Yuksel girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” silav kir û wiha axivî: “Êşkenceya tecrîdê ya ku 24 sal in li ser Rêberê me tê kirin, 34 mehên dawî veguheriye êşkenceyeke ku nayê qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên pêwendîdar ku îdîa dikin mafên mirovan diparêzin, tenê berjewendiyên dewletan diparêzin."
Yuksel anî ziman ku ev sazî di mijara gelê Kurd, Kurdistan û pêşengên gelê Kurd de çavên xwe digirin û diyar kir ku daxwazên 50 milyon Kurdan nayên paşguhkirin. Yuksel da zanîn ku Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) jî berpirsyariya xwe ya li hemberî êşkencaya tecrîdê pêk nayîne û got, ew ê xwedî li pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" derkevin û pêngavê bigihînin serkeftinê.
Piştî axaftinan Kurdistaniyan çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.