Komkujiya Parîsê li Atînayê bi meşekê hate protestokirin
Salvegera 11’emîn a Komkujiya Parîsê li ber Serbalyozxaneya Fransayê ya li Atînayê bi meşeke girseyî hat protestokirin.
Salvegera 11’emîn a Komkujiya Parîsê li ber Serbalyozxaneya Fransayê ya li Atînayê bi meşeke girseyî hat protestokirin.
Li paytexta Fransa Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin. Komkujiyan Parîsê li paytexta Yewnanistan Atînayê bi meşekê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan di 11’emîn salvegera komkujiyê de li ber Akademiya li navenda bajêr hatin cem hev. Di çalakiyê de alên PKK'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sara, Rojbîn û Ronahî û Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di Komkujiya duyemîn a Parîsê de hatin qetilkirin û dowîzên “Jin Jiyan Azadî" û "Jiyana min her tim di nava şer de bû" hatin hilgirtin.
Kurdistanî ji vir bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” ber bi Serbalyozxaneya Fransayê ya li Atînayê ve meşiyan. Piştî meşê bi dirûşm û tilîliyan li ber Serbalyozxaneyê daxuyanî hat dayîn. Siyasetmedarê Kurd Erkan Erencî piştî deqîqeya rêzgirtinê axivî û diyar kir ku 3 jinên Kurd bi talîmat û rêxistikirina Tirkiyeyê hatine qetilkirin. Erencî diyar kir ku komkujî li hemberî paradîgmaya "Jin, Jiyan, Azadî" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin û destnîşan kir ku tevî komkujiyan jî ev paradîgma li cîhanê belav bûye.
'AKP'Ê ÊRÎŞÊN XWE ANÎ EWROPAYÊ’
Aktîvîsta jin a Kurd Bahar Anahtar diyar kir ku şerê qirêj ê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan bi Komkujiya Parîsê re derbasî Ewropayê bûye û wiha got: “Ev operasyona bixwîn, pêkhateya kontra ya dewleta Tirk bi awayekî zelal derxist holê. Armanca sereke ya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ew bû ku konsepta şerê taybet, êrîşa topyekûn û şerê qirêj bigihîne her cihê ku Kurd lê dijîn. Ewropa jî di nava siyaseta êrîşên dagirkeriyê, komkujî û qirkirina Başûr û Rojava de bû. Bi erêkirina hêzên navneteweyî re bi hedefgirtina konsepta têkbirina têkoşîna azadiya Kurd û pêşengên wê yên li Ewropayê, çarçoveya wê berfirehtir bû."
Anahtar wiha got: “Mirovahî, dîrok û gelê Kurd wê vê komkujiya qirêj, teşwîqker, yên ku bêdeng man, yên temaşe kirin tu carî efû neke. Wê wijdanê mirovatî û edalet bi ser bikeve, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê dawî li van komkujiyan bîne. Dawiya dawî wê bi darizandina gumanbaran bi encam bibe.”