Li Den Haagê ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger çalakî hat lidarxistin
Ji bo jinên li Parîsê hatin qetilkirin li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo jinên li Parîsê hatin qetilkirin li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin.
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê hatin qetilkirin, li Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê çelenga reş hat danîn.
Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ya Hollandayê ve hat lidarxistin de ji dewleta Fransayê hat xwestin ku agahî û belgeyên têkildarî komkujiyê bi dadgeh û parêzeran re parve bike û hat gotin, “Bêyî ku sûcê dewleta Tirk bê veşartin eşkere bikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta komkujî bê ronîkirin wê çalakiyan wan bidomin û ev peyam hat dayîn: "Em ê girêdayî bîranîna sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên hatin qetilkirin bin."