Li ber Dadgeha Munîhê çalakiya ‘Ji Tahîr Koçer re azadî’ hat lidarxistin

Li ber dadgeha Munîhê daxwaza azadiya siyasetmedarê Kurd Tahîr Koçer hat kirin.

Ji bo azadiya endamê KNK'ê Tahîr Koçer li bajarê Munîhê yê Elmanyayê daxuyaniyek hat dayîn.

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok êrîşên dewleta Elman ên li hemberî şoreşger, demokrat û welatparêzên Kurd ên ku xebatên siyasî dimeşînin şermezar kir û banga xwedîderketina li siyasetmedarê Koçer kir.

Danişîn wê di 11'ê Çileyê de berdewam bike.