Komkujiyên Parîsê li Kîelê hatin protestokirin
Komkujiyên Parîsê li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.
Komkujiyên Parîsê li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin.
Komek çalakvanên ku di bin pêşengiya Jiyana Jin û Defend Kurdistanê li Kîelê hatin ba hev, komkujiyên di 9’ê Çileya 2013’an û 23'yê Kanûna 2022’yan pêk hatin protesto kirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir û beşdar ji ber Gara Trenê ya Navendî ya Kîelê heta Alter Marktê meşiyan. Di çalakiya ku gelek caran dirûşmên "Terorîst Erdogan" hatin berzkirim, komkujî hatin şermezarkirin û bang li dewleta Fransayê hat kirin ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Digel barîna berfê û hewaya sar jî çalakiya ku gelek kes tevlî bûn bi dirûşman bi dawî bû.