Digel serma -20 dereceyê, girseya ku ji Stockholm û bajarên derdorê hat hêrsa xwe qîriya û hesabê Komkujiya Parîsê pirsî.
Di meşê de di derheqê her du komkujiyan daxuyanî hat xwendin û dirûşmeyên mîna "Jin jiyan Azadî", "Sara Rojbîn Ronahî", "Şehîd Namirin!”, “Bijî Serok Apo!” “Terorîst, kujer Erdogan!” hatin berzkirin.
Di dawiya meşê de girseya gel li qada navendî li hev civiya û bi deqîqeyek rêzgirtinê şehîdan bi bîr anî. Piştre Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Skandînavyayê (NCDK) Menîce Yîgît axaftinek kir. Menîce Yîgît di axaftina xwe de got, "Dewleta Tirk 10 salan carekê 2 komkujî li Parîsê pêk anîn. Em şehîdên xwe tu carî ji bîr nakin û em ê ji dewleta Fransayê hesab bipirsin."