Meşa ku Meclîsa Jinan a Dest-Danê organîze kir ji qada Hermannplatzê destpê kir û li qada Oranîenplatzê bi dawî bû. Di şexsê kesên ku di komkujiyên Parîsê de jiyana xwe ji dest dane ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî sekna rêzgirtinê daxuyanî hat xwendin. Berdevka Rêxistina Meclîsên Jinên Ezidî Nûrê Alkiş bertek nîşanî hewldanên qedexekirinê yên polîsan da û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiya jinan her dem li ba me ye, dê her dem weke rêberê me bimîne.”
Parlamenterê Eyaleta Dîe Lînkeyê Ferhat Koçak axaftinek kir û destnîşan kir ku komkujiyên li Parîsê hatin kirin bi servîsa îstixbarayê ya dewleta Tirk ku bi NATO’yê re têkîldar e û dewleta Fransa darizandina kujerên vê komkujiyê li se rnavê ‘sirra dewletê’ diparêze.
Di meşê de dirûşmên “Sara,Rojbîn, Ronahî”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.