Komkujiya Parîsê li Lefkoşayê hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan komkujiya dewleta Tirk a li Fransayê li ber konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Qibrisê Lefkoşayê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan komkujiya dewleta Tirk a li Fransayê li ber konsolosxaneya Fransayê ya li paytexta Qibrisê Lefkoşayê şermezar kirin.
Bi pêşengiya komîteya jinan a girêdayî Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ji bo bîranîna şehîdên li Parîsê çalakiya bîranînê li dar xist. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di du komkujiyên li Parîsê de şehîd bibûn, li ser bû hat vekirin. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirin û bênavber dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya Îngîlîz a têkildarî komkujiyê hat xwendin. Endamên dîplomasiya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê dosyaya bi sernavên “Komkujiyê ronî bikin” û "Nebin hevkarê komkujiyê" radestî rayedarên konsolosxaneyê kirin.
Siyasetmedar Lezgîn Serhat li vir axaftinek kurt kir. Piştre çalakgeran bi berxkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.