BI DÎMEN

Kurdên li Swîsreyê wê biherikin Parîsê

Li Swîsreyê xebatên têkildarî mîtînga navendî ya 6'ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, dewam dikin. Otobus dê di 5’ê Çileyê de ji gelek bajaran derkevin rê.

Konseya Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinan a Swîsreyê (YJK-S) bi taybetî Kurdistanîiyan û her kesî vexwendin Parîsê. Hevseroka CDK-S'ê Selma Surer diyar kir ku li bajarên ku meclîs lê hene dê bi otobusan biçin Parîsê.

Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya CDK-S û YJK-S’ê de, kesên di komkujiyên Parîsê de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê em nîşan bidin ku em ê hesab ji kujeran bipirsin. Ne tesaduf e ku dewleta Tirk pêşengên jinên Kurd ên şoreşger dike hedef. Ev komkujî hem li dijî Tevgera Azadiyê û hem di şexsê jinên Kurd de êrîşî şoreşa jinan dikin . Yên ku gulebaran dikin ne girîng e. Berpirsiyarê sereke yê van komkujiyan dewleta Tirk a dagirker e. Bi vê yekê Em bawer dikin ku gelê Kurd ê li Swîsreyê dijîn û dostên wan wê bi biryardariyeke mezin beşdarî meş û mîtînga bibin. Ji bo şermezarkirina êrîşên hovane li Parîsê pêk hat, wê otobus ji hemû meclîsên me yên girêdayî CDK-S'ê bên derxistin."

'DÊ JIN TARÎYA PARÎSÊ RONÎ BIKIN'

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer ku ji ajansa me re axivî diyar kir ku hedefgirtina pêşengên şoreşa jinên Kurd nîşaneya tirsa dewleta Tirk ji jinên Kurd e û wiha axivî: “Em jinên Kurd her tim û li her qadê li cem Rêber APO disekinin. Em ê paradîgmaya azadiyê biparêzin. Wê nikaribin tu carî ê şoreşê bi komkujiyan têk bibin. Li her qada ku em lê ne,hesabê komkujiyan bipirsin.  Hewl didin komkujiyên Parîsê veşêrin. Em ê bi israr bibêjin, 'Parîs di tariyê de ye, edalet li ku ye?' Weke jinên Kurd em ê bi têkoşîna xwe vê tarîtiyê ronî bikin. Em dixwazin ji 7 salî heta 70 salî her kes bi taybetî jin beşdarî meş û mîtînga 6’ê Çileyê ya li Parîsê bê lidarxistin bibin. Li bajarên ku meclîsên me lê ne, em ê gelê xwe bi otobusan veguhezînin Parîsê. "

Selma Surer da zanîn ku ew ê di 5'ê Çileyê de ji bajarên Cenevre, Lozan, Bîel, Bern, Zug, Luzern, Solothurn, Aarau, Basel, Zurîh, St.Gallen, Winterthur û Rapperswil ên Swîsreyê bi otobus û wesayitên taybet biçin Parîsê.