Bi awayekî girseyî ji Fîryad Hîranî xatir xwestin
Endamê KNK’ê Fîryad Hîranî yê ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Berlînê bi awayekî girseyî şandin Başûrê Kurdistanê.
Endamê KNK’ê Fîryad Hîranî yê ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Berlînê bi awayekî girseyî şandin Başûrê Kurdistanê.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Feryad Hîranî li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Malbata Fîryad Hîranî û Kurdistaniyan ji bo oxirkirina cenazeyê li Berlînê hatin ba hev.
Piştî ku kevneşopiyên olî anîn cih endama KNK’yê Nîlûfer Koç axaftinekê kir û ji malbatê re sersaxî xwest.
Nîlûfer Koç diyar kir ku li Hewlêrê bi Fîryad Hîranî re şeş salan xebitîne û got, “Hevrêyê me hem hunermendekî baş hem jî rojnamevanekî baş bû. Hişmendiya wî ya netewî ewqas pêşketibû ku dema ku digotin KNK hevrê Fîryad dihat hişê mirovan. Me dikarî pişta xwe bispêrta wî. Heval Fîryad xebat û têkoşîna xwe ji bo jiyîna Kurdistaneke azad meşand. Soza me jî ew e ku ji bo bicihanîna xeyalên wî em ê dev ji têkoşînê bernedin.”
Endamê KNK’yê Mecîd Haso jî ev tişt anî ziman: “Ji 18 saliya xwe û vir ve ji bo li welatekî azad bijî têkoşiya. Ji Kerkûkê heta Şengalê, ji Efrînê heta Kobanê li her qadên berxwedan û têkoşîn heye. Fîryad li dijî êrîşên hovane yên li ser Kurdistanê yekem car çû herêmê. Weke hevalên wî em jî erka xwe ya dawî dikin û em ê têkoşîna wî bidomînin."
Cenazeyê Hîranî wê roja şemiyê saet 10.00’an li Hewlêrê bê definkirin.