SKB: Ji bo hesab ji kujeran bê pirsin li Parîsê bicivin!
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) bang li her kesî kir ku ji bo hesab ji kujeran were pirsîn di 6'ê Çileyê de li Parîsê bicivin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) bang li her kesî kir ku ji bo hesab ji kujeran were pirsîn di 6'ê Çileyê de li Parîsê bicivin.
Li paytexta Fransa Parîsê 9’ê Çileya 2013’an li dijî Buroya Enformansyonê ya Kurdistanê êrîşek çekdarî pêk hat. Di vê komkujiyê de ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Tetikkêşiya vê komkujiyê endamê MÎT’ê Omer Guney kiribû. Piştî vê komkujiyê di 23’yê Kanûna 2022’yan vê carê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke din pêk hat. Di êrîşê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mehmet Şîrîn Aydin (Mîr Perwer) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên Parîsê bi bîr anîn û got: “Di 9'ê Çileya 2013'an de di encama bazar û hevkariya qirêj a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya bi dewleta Fransayê re, sê jinên şoreşger ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê, komkujiya duyemîn li dijî jinên Kurd ên leheng ên têdikoşer plan kir. Faşîzma Îslama siyasî AKP-MHP'ê her tim jin û gelê Kurd hedef digire. Bi dehan jin hatin qetilkirin û hîn jî kuştina Denîz Poyraz di bîranînên me de teze maye.”
SKB’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt parve kir:
“Di îdianameya doza Komkujiya 9'ê Çileyê de têkiliya dewleta Tirk û MÎT'ê ya di vê komkujiyê de eşkere ye. Yekane bersûc Omer Guney bi 'mirineke' ji nişka ve û ji holê rakirin. Niha jî bi heman şêweyî hewl tê dayin ku ser komkujiya 23’ê Kanûnê binixumînin. Lê belê çiqasî hewl bidin vê yekê veşêrin jî, em berpirsyarên van komkujiyan nas dikin.
ÊRÎŞ Û POLÎTÎKAYÊN ÇEWISANDINÊ DIDOME
Komkujiya Parîsê ya duyemîn îro jî nîşan da ku bi heman rengî rêxistinên kontrgerîla yên paşverû, komploger û rêveberiya faşîst a qirker li welatên Ewropayê komplo û qirkirinên siyasî yên nû dimeşînin. Mêtingeriya Tirk bi hevkariyên qirêj êrîşî şoreşger û welatparêzên têkoşer dike.
JI BO HESAB JI KUJERAN WERE PIRSÎN WERIN PARÎSÊ…
Em ê bi têkoşîna yekbûyî ya jinan, gelan û bindestan li dijî çeteyên qetlîamker û rejîma faşîst a serdest a mêr li ber xwe bidin. Bi hêrsa qetlîamên Parîsê em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê nehêlin komkujî were nixumandin, em ê nehêlin nemirên me bên jibîrkirin. Em bang li hemû jinên koçber ên ji Tirkiye û Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn dikin ku ji bo eşkerekirina berpirsyarên rastî yên komkujiyên Parîsê û pêşiya komkujiyên nû yên siyasî ybên girtin di 6'ê Çile de li Parîsê bicivin."