Li Mannheîmê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakgerên li navenda bajêr li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’ê Kanûnê ve li ser gelê sivîl ên Rojava zêde bûne şermezar kirin. Çalakgeran 8 Kurdistaniyên di êrîşan de şehîd bûn bibîr anîn û bênavber dirûşmên "Bijî Rojava", "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û “Kujer Erdogan" berz kirin.

Çalakgeran belavokên ji aliyê KCDK-E'yê ve hatibûn amadekirin belav kirin û bi berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe anîn.