Swîsre ji bo Rojava li ser piyan e
Li Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava daketin qadan. Li bajarên Basel, Cenewre, Lozan, Lûzern, Bîel û Zurîhê bi xwepêşandanan êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Li Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava daketin qadan. Li bajarên Basel, Cenewre, Lozan, Lûzern, Bîel û Zurîhê bi xwepêşandanan êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
CENEWRE
Kurdistaniyên li bajarê Cenewre yê Swîsreyê, li ber Gara Trenê ya Cenewreyê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Piştî polîsan destûr neda çalakgeran çûn Navenda Civaka Kurd û li vir daxuyanî dan. Rayedarên Navenda Civaka Kurd diyar kirin ku helwesta polîsên Swîsreyê tê wateya erêkirina êrîşên li dijî Rojava û gotin, “Em ê her tim li kolanan bin. Di navbera vê helwesta polîsan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a ku li Rojava sivîlan qetil dike, cudahî tuneye. Dema gelê me li wir tê qetilkirin bila kes li bendê nebe ku em bêdeng bimînin. Em vê helwesta polîsan şermezar dikin. Bi israr em ê her roj dakevin qadan.”
ZURÎH
Yek ji navendên ku êrîşên li dijî Rojava lê hatin protestokirin jî Zurîh a Swîsreyê bû. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, Kurdistanî û dostên wan li Gara Trenê ya Navendî ya Zurîhê li hev civiyan. Di çalakiyê de pankart vekirin û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Aktivîstên Komîteya Piştevaniya Rojava jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya sivîl a Rojava sûcê mirovahiyê ye û hate gotin ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê Ubeyt Kutum ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têk çû. Dewleta Tirk a li hemberî gerîla bêçare ye, bi bomberdûmankirina binesaziyên niştecihên sivîl ên Rojava dixwaze têkçûna xwe veşêre. Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
BASEL
Kurdistanî, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û saziyên şoreşger ên gelên enternasyonalîst li ber stasyona trenê ya navendî ya Baselê li hev civiyan û çalakiyek li dar xistin.
Beriya çalakiyê mûm hatin pêxistin û ji bo sivîlên di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûne deqeyek rêz hate girtin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Bl) Kendal Matur têkildarî êrîşan daxuyaniyek da. Di çalakiyê de Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) têkildarî êrîşan daxuyaniyên çapemeniya yên bi Elmanî xwendin. Her wiha daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hate xwendin.
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB), Nûnerê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Hasan Sevîm û nûnerê Komîteya Rojava ya Baselê û Pilingên Rizgariya Tamîl Eelam/Tamîl Îlam (LTTE) Wairamuthu Sivarupan êrîşên li ser qadên jiyanê yên sivîlan û gelê sivîl daxuyanî dan.
LOZAN
Meydana St Laurent ya bajarê Lozanê navnîşana çalakiya ya li dijî êrîşên bombeyî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina şoreşa Rojava bû.
Li ser banga lezgînNavenda a Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û Meclîsa Jinê ya Lajînê, Kurdistanî û dostên wan ên ji 4 parçeyên Kurdistanê li St. Li Meydana St. Laurent çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Fransî hate xwendin. Hevseroka CDK-Lozanê Hatîce Kandal bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku çavkaniyên jiyadiyar kir ku dewleta Tirk dema ku di qada leşkerî û siyasî de tengav dibe êrîşî şoreşa Rojava dike û got, "Em weke Kurd û dostên wan heta êrîşên dagirkeriyê bi dawî nebin, em ê qadan neterikînin. Em bang li sazî û dewletên navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê helwestê nîşan bidin."
LÛZERN
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê jî li dijî êrîşan çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Hevserokê CDK-S ê Lûzernê Mulla Şahîn di çalakiyê de axivî û got, “Dewleta Tirk a faşîst ku tehemûlî çalakiya lehengiya gerîla ya 22’ê Kanûnê nekiriye, Rojava bombe dike û gelê sivîl qetil dike. Dewleta Tirk a faşîst ku li ser Filistînê digirî, bi êrîşa li ser Rojava guh û çavêb xwe digire. Dewleta Tirk a faşîst dema ku li hemberî şervanên Kurd ên qehreman bêçare dimîne, êrîşî cihên sivîlan ên li Rojava dike. Bi nepejirandina statuya Rojava re li dijî destkeftiyên gelê Kurd derdikeve. Stargeh û navendên hewcedariyê yên sivîlan bombebaran dike. Ev jî encax li gorî sîstemeke lawaz û westiyayî ya dewleta Tirk a faşîst e. Ev jî bêçaretiya wan nîşan dide.”
Di çalakiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Hogir Dîren axivî û got, "Dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina Kurdan li ser Rojava komkujiyeke topyekûn pêk tîne. Dixwazin li Kurdistanê êrîşeke qirkirinê pêk bînin û li ber çavên raya giştî ya navneteweyî Kurdistanê dagir bike. Çawa ku ciwanên Kurdistanê yên leheng ku destanan dinivîsînin li gelek cihan bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metîna li gelek cihan wêrekiyeke mezin nîşan didin û dîrokê dinivîsînin. Ji heft salî heta heftê bi ruhê seferberiyê li dijî van êrîşên dagirkeriyê tev digrin û hiha dema ku qadan vediguherînin dojehê hatiye.”
BÎEL
Kurdistaniyên li bajarê Bîel ê Swîsreyê li hev civiyan, ji bo Rojava dengê xwe bilind kirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Rojava destpê kir.
Ahmet Kaya di çalakiyê de axivî û got, “Li cîhanê kes bi Kurdan re nameşe, li pişt wan namîne, alîkariya wan nake, rewş û êşa wan nake rojev. Di şerê Îsraîl-Filistînê de zarok dimirin û jin jî dimirin, çima her kes li hemberî mirovên li Rojava bêguneh û bê sedem mirine bêdeng dimîne? Divê tu kes li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê saziyên dost bi zimanên Elmanî û Fransî daxuyaniyên çapemeniyê xwendin.