Li Qibrisê dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ên li Qibrisê bi meşekê hate protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ên li Qibrisê bi meşekê hate protestokirin.
Çalakger li ber Navenda Çanda Kurd a Teofilosê ya Lîmasolê li hev civiyan û ji wir heta parka Rubbleyê meşiyan.
Di meşa de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, YPG, YPJ'ê hatin hilgirtin û bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok APO", "Bijî Berxwedana Rojava", "Komara Tirk a dagirker ji Kurdistanê biceheme”, "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û "Bimre xiyanet" bertekên xwe anîn ziman.
Çalakgerên ku meşa li parka Molozê veguherandin mîtîngê, ji bo bîranîna kesên di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, deqîqeyek rêz girtin.
Di çalakiyê de belavokên ku komkujiyên dewleta Tirk a faşîst û dagirker ên li ser sivîlên Rojava vedibêjin hatin belavkirin. Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî û diyar kir ku dema dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana dîrokî ya gerîla nekarî li ber xwe bide, êrîşî ser sivîlên Rojava kir û got: “Beriya her tiştî em gerîlayên Kurdistanê ku bi îradeya xwe berxwedaneke dîrokî nîşan da, li vir careke din bi hurmeteke mezin silav dikin. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker careke din li çiyayên Kurdistanê şikest. Her çendî êrîşên li ser Rojava û gelê sivîl îspata bêçaretî û têkçûna wan bû jî, dîsa durûtiya hêzên navneteweyî nîşanî cîhanê da. Yên ku ji bo Filistînê diaxivin, dema ku mijar dibe gelê Kurd, bi hev re guh û çavên xwe digirin. Lê divê her kes bizane ku çawa hêzên dagirker li hemberî gerîlayên azadiya Kurd şikestin, wê li ser her bihosta Kurdistanê bi heman berxwedanê re rû bi rû bimînin."
Çalakî bi berxkirina dirûşmeyan bi dawî bû.