Li Lînzê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê şehîd Mahîr Binevş û Azad Serab, şehîdên Parîsê û qurbaniyên komkujiya Roboskî hatin bibîranîn.

Hevserokê DKTM'ê Mahîr Gimgim di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Lînzê hat lidarxistin de axivî. Mahîr Gimgim şehîd Mahîr Binevş û Azad Serabî bi bîr anî û beşeke kurt ji jiyana wan vegot.

Gimgim banga mezinkirina berxwedanê li dijî êrîşên li dijî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê û beşdarbûna pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her kesî kir.