Roûssel: Malbat ew cih e ku keda jinê ji aliyê mêran tê desteserkirin

Namzetê serokkomariyê ya Fransayê Fabîen Roûssel derbarê polîtîkaya xwe ya wekheviya jin û mêran got “Malbat ew cih e ku keda jinê ji aliyê mêran tê desteserkirin.”

Li Fransayê wê di 10 û 24’ê Nîsanê de bi du tûran ji bo serokkomariyê hilbijartin were kirin. Fabîn Roûssel ê ji Partiya Komunîst ji medyaya ‘Aûfemînîn’ê re axivî û qala bernameya xwe ya wekheviya jin û mêran kir.

Roûssel diyarkir ku ji bo klîşeyên di civakê de biqede, ji pêşdibistanê heta xwendina bilind û perwerdehiya pîşeyî ew dixwaze li her qadê civakeke ji darazên zayendiya civakî hatiye pakkirin ava bike û got “Divê dawî li pergala baca pembe were ku jin ji bo heman tiştî pereyekî zêdetir didin. Heke ev darazên qalibî çiqasî ji holê were rakirin wê di qada giştî, dibistan û jiyanê de wekhevî ewqasî baş were avakirin.”

Roûssel diyar kir malbat ew cih e ku keda jinê ji aliyê mêran tê desteserkirin û got “Ji bo proloteran fabrîke çi be, ji bo jinan jî malbat ew e. Ji pêşdibistanê heta perwerdehiyê li hemberî klîşeyên zayendiya civakî têkoşîn hewce ye."