Rojnameya Naîz nameya 88 Xelatgirên Nobelê weşand

Rojanameya Naîz a ku li welatê Bask weşanê dike, nameya 88 Xelatgirên Nobelê ya ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi raya giştî re parve kir.

ROJNAMEYA NAÎZ

Di nûçeya Naîzê de hate diyarkirin ku nameya 88 Xelatgirên Nobelê ya Aştiyê, bal dikişîne ser tecrîda 26 salan a Rêber Apo û di nameyê de bang li saziyên mîna Konseya Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li gorî biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigerin.

‘BANGA ABDULLAH OCALAN RONAHIYA HÊVIYÊ YE’

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Xelatgirên Nobelê saziyên Ewropayê rexne kiriye ku di dosyaya Rêber Apo de pasîf dimînin û ji bo “rakirina cezayê muebeda girankirî” û li ser esasê “mafê hêviyê yê têkildarî mafê jiyanê” banga bi erka xwe rabûnê hate kirin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Xelatgirên Nobelê bi vê bangê mudaxileya sêyem li rewşa Rêber Apo kirine. Naîz ragihand ku di nameyê de îşaret bi rola Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de hate kirin.

Nameya ku ji aliyê 88 Xelatgirên Nobelê ve hatî amadekirin; ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê, Serokê DMME’yê û CPT û hemû saziyên navneteweyî ya ku Tirkiye endamê wê ye re, hate şandin.