Rojên Fîlmên Kurd li Cenevreyê dest pê dikin
Rojên Fîlmên Kurd ku wê bi du rojan dewam bikin ji aliyê Komîsyona Çandê ya Kurd a Cenevreyê ku di bin banê Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd a Swîsreyê de xebatên xwe dike ve hat organîzekirin.
Rojên Fîlmên Kurd ku wê bi du rojan dewam bikin ji aliyê Komîsyona Çandê ya Kurd a Cenevreyê ku di bin banê Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd a Swîsreyê de xebatên xwe dike ve hat organîzekirin.
Di çarçoveya Rojên Filmên Kurd ku wê bi pêşengiya Komîsyona Çandê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin organîzekirin de, wê çar fîlm bên nîşandan. Bername wê êvarê saet di 20.00’an de, bi performansa muzîkê ya hunermend Zîlan Yapiştiranê dest pê bike.
Wê fîlmê Dema Dirîreşkan ê Haşim Aydemir derhênerî kiriye bê nişandan. Fîlm ji ber romana Dema Dirîreşkan a girtî Mûrat Turk, hatiye çêkirin. Mijar, li ser gerîlayekî ye ku di şer de birîndar bûye û ew û hevalên xwe ji hev veqetiyane. Piştre wê fîlmê Çerx ê nivîskar û derhêner Metîn Ewr bê nîşandan.
Sibê jî wê belgefîlma Bakur ku li ser jiyana gerîla ya dem vekişîna ê ya sala 2013’an e. Derhênerên fîlm, Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû ne. Heman roj wê fîlmê Pêlava Sor ê Nûman Yîgît bê nîşandan.