Rojbûna Abdullah Ocalan li Frankfûrtê ji aliyê ciwanan ve hate pîrozkirin
Bi pêşengiya TÊKO-JIN ciwan li Frankfûrtê li hev civiyan û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Bi pêşengiya TÊKO-JIN ciwan li Frankfûrtê li hev civiyan û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) komek ji ciwan li hev civiyan û di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de çalakî kir.
Di çalakiyê de ku li ser pira bingehîn a li navenda Frankfûrtê pêk hat, ciwanan rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û bang li her kesî kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin.
Aktîvîstên TÊKO-JIN diyar kirin ku 4'ê Nîsanê ji bo jin ên ciwan gelekî girîng e û ragihandin ku têkoşîna rizgariya jinê û vejîna gelê Kurd pêk hatiye.
Di çalakiyê de posterên Abdullah Ocalan û ala TÊKO-JIN hatin hildan û meşale hate pêxistin.