Roja zimanê Kurdî li Krasnadarê hat pîrozkirin
Li bajarê Krasnadarê ê Rûsyayê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî sermînerekê hat lidarxistin. Di semînerê de hat gotin ku dive her malek bibe dibistana zimanê Kurdî.
Li bajarê Krasnadarê ê Rûsyayê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî sermînerekê hat lidarxistin. Di semînerê de hat gotin ku dive her malek bibe dibistana zimanê Kurdî.
15’ê Gulanê Roja zimanê Kurdî li bajarê Krasnadar ê Rûsyayê ji aliyê jinan ve semînerek hat
lidarxistin. Beşdarvanan nêrîn û hestên xwe anîn ziman û gotin ku li ser rûyê vê cihanê çiqas
înkar û asîmîlasyona ku dijmin li ser zimanê wan dide meşandin jî bila baş bizanibin ku wê tu
caran zimanê Kurdî tune nebe.
Dengbêja Kurd Dîlber Gasanova wiha nêrînên xwe anî ziman: ”Îro Cejna Zimanê Dayîkê ye,
dayik jî her tim xwestiye zimanê Kurdî biparêze û bide parastin. Ji bo wê jî dayik tim û tim di
malê de xwestiye zimanê Kurdî bi zarokan bide axaftin û nehêle ku tune bibe. Ji bo wê
jî em bi zimanê xwe diaxivin. Lê belê em pirsgirêka ziman li vir jî jiyan dikin. Ji ber ku zarok
diçin dibistanê Rûsî, gelek caran bi Rûsî diaxivin. Ji bo wê jî pêwîste di malê de em nehêlin
zarok bi zimanekî cuda biaxivin ku ji bîr nekin." Her wiha Dîlber Gasanova li ser dîroka zimanê Kurdî kurte nîvîsek bi Kurdî û bi Rûsî xwend.”
Seroka Komîta jinên Krasnadarê Besê Aliyeva jî wiha nêrînên xwe anî ziman: ”Ev 50 sal in gelê
Kurd şehîdan dide, têkoşîna ku dan meşandin ji bo me gelê Kurd bû. Ji bo wê jî em jî wek
dayik pewîste li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û zarokê xwe bi Kurdî mezin bikin.
Yek jî hevserokê Otonomiya Krasnadarê Arif Ezmanî jî bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî
û Roja 15’ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî di serî de li dayikan pîroz kir û wiha got: “Her wiha du tişt heye ku gelan ji hevdu cuda dike; yek çande û yek jî zimane. Ji bo wê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê
bi şer û têkoşîna xwe hişt ku zimanê Kurdî tune nebe. Ji bo me Kurdan jî dayik cuda yê, cihê
pîroziyê ye, heta niha ger zimanê Kurdî tê axaftin bi saya keda dayikane jî. Dayik tim û tim di
mal û jiyanê de ji bo zarokên xwe bûye dibistan, bûye parastina ziman. Ji bo wê jî em
dibêjin zimanê dayikê.”
Di heman demê de beşdarvanan yek bi yek Roja 15’ê Gulanê Cejna li Rêber Apo
û li Şervanên Azadiyê pîroz kirin û anîn ziman ku ziman hebûn û nasnameya me ye. Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên “Bê Ziman jiyan Nabe” û “Zimanê Me Rûmeta Me ye” bi
dawî bû.