Roja Kobanê ya Cîhanî bi pîrozbahiyan destpê kir

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî 1’ê Mijdarê, li Viyanayê meş hat lidarxistin û li Helsînkiyê jî bi merasîmekê hat pîrozkirin.

Bi boneya rizgarkirina Kobanê ya ku di sala 2014’an di encama berxwedana Şervanên Azadiya Kurdistanê de, ji çeteyên DAÎŞ’ê yên pişgiriya xwe ji dewleta Tirk digirt, Roja Kobanê ya Cîhanî 1’ê Mijdarê ku bi banga kesên xwedî xelata Aştiya Nobel 10, fîlozof û bi hezaran kesan hat îlankirin, bi merasîmên bi çoş tê pêşwazîkirin. Kurdistanî û enternasyonalîst li Viyana ya paytexta Awûstralyayê daketin qadan.

Li Helsînkî ya paytexta Fînlandiyayê jî bi merasîmekê hat pîrozkirin.

VIYANA

Li Viyana ya paytexta Awûstralyayê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) û dostên wan ên enternasyonal, bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî 1’ê Mijdarê mîtîng û meş li dar xistin.

Pîrozbahiya ku li Karplatzê bi awayek mîtîng destpê kir, bi meşê dewam kir.

Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên di bin sîwana Erdogan de, berdêlên mezin hatin dayîn û hat rizgarkirin û wiha hate gotin: “Ew roj baş li bîra me hemûyan tê; di encama berxwedanek mezin a bi pêşengiya jinên Kurd de, Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê hatibû paqijkirin.”

Di mîtîngê de bênavber dirûşmeyên “Bijî jinên azad”, “Bijî Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Meş bi coşek mezin dewam kir û dewleta Tirk a li hemberî gerîla çekên kîmyewî bikartîne, hat protestokirin. Ji bo Ewropa, OPCW û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî bikevin nav tevgerê, peyam hatin dayîn.

Meşa ku bi coşek mezin dihat kirin, heta Viyanaya 10’emîn dewam kir.

HELSÎNKÎ

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanî 1’ê Mijdarê li Helsînkî ya paytexta Fînlandiyayê, bi hevkariya NCKD’ê û Tora Piştevaniya bi Kurdistanê, merasîmek hat lidarxistin.

Ji der û dorên paytextê jî tevlî merasîmê bûn û bi tevlêbûna gelê Fîn û yên din jî merasîmê bal dikêşand.

Piştî peyama ku berdevkê Tora Piştevaniya bi Kurdistanê xwendî, têkildarî duh û roja niha ya Kobanê agahî hatin dayîn û qala lehengiyên YPJ û YPG’ê hatin kirin.

Piştî axaftinên berdevkê NCKD û PJAK’ê, merasîm heta saetên derengî şev, bi muzîk û gerandina govendê dewam kir.

Hunermend Ronî jî bi stran û muzîkên xwe, reng da pîrozbahiyê.