Rodî Nalîn û Herekol Hezex li Gîessenê hatin bibîranîn

Rodî Nalîn (Orhan Elma) û Herekol Hezex (Yunus Uras) ên di 3'ê Kanûna 2023'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê şehîd bibûn, hatin bîranîn.

Çalakiya ku li Salona Şaredariya Wetzlerê pêk hat û zêdeyî 400 welatparêz beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.

Di bîranînê de li ser navê KOMAW'ê Alî Batman axivî û diyar kir ku ew ji bo parastina mîrateyên şehîdên xwe bibîranîna şehîdan li dar dixin û got, "Şehîd fermandarên me ne. Şehîd ew in ku xwe bi canê xwe îspat dikin.”

Li ser navê TJK-E Axîn Gulo axivî û diyar kir ku ew îro ji bo şehîdên xwe li vir in ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe dane.

Siyasetmedar Îsmet Kem jî diyar kir ku wan li ber bîranînên şehîdên xwe soza mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî dane û got, "Xeta me xeta Serok Apo ye, xeta Jin Jiyan Azadî ye." Her wiha Kem di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştî axaftinan nameyên ku ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya NPG'ê ve ji malbatên şehîdan re şandibûn hatin xwendin û sînevîzyon hate pêşandan.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.