Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan - HATE NÛKIRIN

Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Girtîgeha Îmraliyê serî li CPT'yê dan. Rêxistinên hiqûqê xwestin CPT demildest biçe Îmraliyê.

Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, kete nava liv û tevgerê.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê beriya niha serlêdan kiribû û xwestibû ku bikevin nava liv û tevgerê. Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, ketin nav liv û tevgerê. Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Demokrasiyê ya Ewropayê (European Assocation of Lawyers For Democracy & World Human Rights-ELDH), Parêzerên Ji Bo Parêzeran (Lawyers For Lawyers) û AED, ji bo Îmraliyê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.

Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û ji bo parêzer dmeildest hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin demildest bikeve nav liv û tevgerê.

DAXWAZA LÊKOLÎNÊ

Di serlêdanê de balê kişandin li ser 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran û hate gotin ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji aliyê dewletê ji bo ku bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtinê pêk neynîn, têne astengkirin. Rêxistinên hiqûqê yên ku ji CPT’yê xwestin ku li cihê lêkolînê bike, kampanyaya di 26’ê Gulana 2021’an de bi îmzeya 768 parêzeran ku endam û rêveberên gelek baro, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan jî di nav de ne, bi bîr xistin.

ASTENGIYÊN DERQÛNÎ

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dîl tên girtin, ji 7’ê Tebaxa 2019’an de bi awayekî derhiqûqî astengiya hevdîtina bi parêzerên xwe re hatiye astengkirin. Her wiha hate bibîrxistin ku Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji sala 2015’an û vir ve bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye.

JI SALA 1999’AN Û VIR DE TECRÎD TÊ MEŞANDIN

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda taybet û cudakar tê meşandin û wiha hat gotin: “Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re 8 sal in, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’ê Gulana 2019’an bênavber dewam kiriye. Di sala 2019‘an de 5 serdanên parêzeran hatin kirin. Piştî hevdîtina dawî ya parêzeran di 7’ê Tebaxa 2019’an de qedexeya mayînde ji nû ve dest pê kir.

CPT’YÊ 10 CARAN SERDANA ÎMRALIYÊ KIRIYE

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku CPT ji sala 1999'an û vir ve 10 caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye û ev rewşa giran a tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê jî di rapora CPT'yê ya di 5'ê Tebaxa 2020'an de der barê serdana xwe ya Tirkiyeyê ya di navbera 6'ê Tebaxê de weşandiye de cih digire.

CEZAYÊ DISIPLÎNÊ

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku rewşa astengkirina nêrîna malbat û parêzeran a di rapora CPT'yê de jî hatiye xerakirin, di serlêdanê de hat destnîşankirin ku li gorî pêşniyarên di rapora CPT'ê ya di sala 2019'an de li gorî rapora CPT'yê pêşnûmeya pêşketinan tê xwestin. Li Girtîgeha Îmraliyê, cezayên dîsîplînê yên nû û biryarên qedexeyê ji aliyê Dadgerê Înfazê ve hatin dayîn.

HEVDÎTIN HATE QUTKIRIN

Di serlêdanê de ku di heman demê de bal kişand ser nûçeyên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di 14’ê Adara 2021’an de li ser hesabên medyaya dijîtal hatin parvekirin de û hate destnîşankirin ku ev îdia di raya giştî de bûne sedema fikarên cidî. Di serlêdanê de ku tê gotin Abdullah Ocalan piştî nûçeyê di 25‘ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê geriyaye û tê gotin ku tenê 4-5 deqîqe derbas bûye, hat destnîşankirin ku Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi malbatên xwe re hevdîtin pêk neanîn.

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku beriya telefon bê qutkirin Rêberê Gelê Kurd xwest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Qedexekirina hevdîtina parêzeran a Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî eşkere rêgezên standard ên herî kêm ên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li ser Muameleya Girtiyan (Qanûna Nelson Mandela), pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Tirkiyeyê (Qanûna jimare 5275) binpê dike. Dewlet mecbûr in ku girtî û mehkûm mafên xwe bi kar bînin, nasnameya wan û cewherê cezayê wan çi dibe bila bibe."