Rêwiyên Xeyalan li Hildesheimê hatin bibîranîn
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê 33 rêwiyên xeyalan di salvegera 10’emîn a şehadeta xwe de bi meş û mitîngekî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de berxwedana li dijî faşîzmê û Şoreşa Rojava hat silavkirin.
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê 33 rêwiyên xeyalan di salvegera 10’emîn a şehadeta xwe de bi meş û mitîngekî hatin bibîranîn. Di çalakiyê de berxwedana li dijî faşîzmê û Şoreşa Rojava hat silavkirin.
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê di salvegera 10’emîn a şehadeta 33 Rêwiyên Xeyalan de ku li Pirsûsê hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Meşa ku bi pêşengiya Young Struggle Hildesheim û Zora Hildesheimê hate organîzekirin, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheim (DKTM), Meclîsên Komuna Şoreşger a Ewropayê (ADKM) û Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê a Ewropayê ve hate piştgirîkirin.
Çalakiya bîranînê li Ottoplatzê destpê kir. Nûnerên rêxistin û saziyên Kurdistan, Tirkiye û Elman axaftinên kurt kirin. Piştre navên 33 Rêwiyên Xeyalan yek bi yek hatin xwendin. Beşdaran bi hilgirtina pankart û wêneyên şehîdên Pirsûsê ber bi navenda bajêr ve meşiyan
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan”, “Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Şehîdên şoreşê nemir in”, “Bijî Berxwedana Rojava” ve “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” bi Tirkî û Kurdî hatin berzkiri
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ew ê ji kujerên komkujiya ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê hat pêkanîn, were pirsîn û Şoreşa Rojava hat silavkirin.
Meş heta Parka Friedrich-Nämsch dewam kir û li vir bi mîtîngekî bi dawî bû.