Qurbaniyên Mereşê û Mamoste Dervîş li Hambûrgê hatin bîranîn
Kesên ku li Mereşê hatin qetilkirin û Mamoste Dervîş li Hambûrgê hatin bîranîn.
Kesên ku li Mereşê hatin qetilkirin û Mamoste Dervîş li Hambûrgê hatin bîranîn.
Mamoste Dervîş Koç ê ku di Komkujiya Mereşê ya sala 1978'an de ji aliyê dewleta Tirk û faşîstên ku dewletê piştgiriya wan dikir bi parastina Taxa Yuruk Selîmê li gel hevalên xwe jiyana bi hezaran mirovan rizgar kir, roja Înê ji ber pençeşêrê li Hambûrgê jiyana xwe ji dest da. Koça Dervîş Koç ê 69 salî û bavê 2 keçan, Kurdistaniyên li Hambûrgê zêde xengîn kir.
‘EM BI BÎRANÎNÊN WAN, WAN NEMIR BIKIN’
Komeleya Kaşaniyên li Hambûrgê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Mereşê de jina xwe ji dest dane û ji bo bîranîna Dervîş Koç, çalakiyek lidar xist. Pîrê Elewî Pîr Mistefa Misir axivî û ev yek anî ziman:
"Hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dan parçeyekî ji jiyana me bûn. Ji bo ku em wan ji bîr nekin divê ku em her tim dilsozê bîranînên wan bin. Mamoste Dervîş jî kesekî pir hêja bû ku bi hezaran mirov ji mirinê rizgar kirin. Mamoste Dervîş di zindanên dewletê de li rastî êşkenceyên herî giran hat û nêzî 7 salan di girtîgehê de ma.
Mamoste Dervîş dixwest ku li Hatçepinara gundê xwe ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê bîrdariyekê bide çêkirin. Ev mezintirîn xeyala wî bû. Erka me ye ku em xeyala Mamoste Dervîş pêk bînin."
Serokê Komeleya Kaşaniyên li Hambûrgê Adil Dîşli, diyar kir ku Dervîş Koç li Hambûrgê dema ku li sirgûnê di hemû kar û xebatan de cih girt.
XIZMÊN MAMOSTE DERVÎŞ QALA WÎ KIRIN
Xizm û nasên ku beşdarî çalakiya bîranîna Derwîş Koç bûn jî qala bîranînên xwe û wî kirin.
Xwişka wî Huru Saç: "Hem birayê min û hem jî bavê min bû. Ji ber ku me zû bavê xwe winda kir, ew ji bo me hem bira û hem jî bav bû. Mirovekî pir dilovan û nazik bû. Rojekê beriya wefata xwe ji min re got ku ez xwe baş hîs nakim û divê ez baş li xwe binêrim. 7 salan di girtîgehê de ma û piraniya nexweşiyên wî ji ber êşkenceyên li girtîgehê bûn. Ev salek bû nexweş ketibû û ji min re digot: ‘Hêvî dikim ku heya meha Gulanê bijîm û ger ez vê zivistanê bimirim, ez ê zehmetiyê bidim mirovan.' Di dema mirina xwe de jî hizra mirovan dikir."
Xizmê wî Dr. Mistefa Havûç: “Birayê Dervîş hem zavayê min bû û hem jî kurmamê min bû. Fedekarî û dilsoziya wî bi nav û deng bû. Ji destpêka Tevgera Kurd heya niha di nava tevgerê de cih girt. Sala Komkujiya Mereşê pêk hat, ez salekê li mala wan mam. Di dema komkujiyê de wî û Hemît Kapan Tehsîn û du sê hevalên wî li Taxa Yuruk Selîm bi hezaran mirov rizgar kirin.
Bapîrê min Alî Havûç jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Nêzîkî 30–40 zarokan ji bo ku nemirin di mala xwe de vedişêre. Dema ku faşîst vê yekê dibihîzin, bombeyan diavêjin hundirê mala wî û kalikê min dixwaze bombeyê biavêje derve, di nav destên wî de diteqe û şehîd dibe."
Hevalê wî yê zarokatiyê Selver Kalay: "Ji ber ku birayekî min tune bû ji bo min weke birayekî mezin bû. Di dibistanê de zarokekî pir jêhatî bû. Ez tu carî ji bîr nakim ku digot, ‘Ger kesek li te bixe, ji min re bibêje.’ Bavê xwe di temenekî biçûk de winda kir û jiber vê yekê hemû berpirsyariya malbata wî li ser milên wî bû."
Lutfu Erîmlîyê ciranê wî jî anî ziman ku wî Mamoste Dervîş li Hambûrgê nas kir û ev yek gotin: “Dervîş hem cîranekî baş hem jî mirovekî baş bû. Ez ê ti carî wî ji bîr nekim û ez gelekî xemgîn im.”
Cenazeyê Mamoste Dervîş Koç piştî merasîmê wê herî dereng roja Pêncşemê li gundê Hatçepinara ku lê ji dayik bûye were veşartin.