Polîsên Elmanyayê bi hinceta ‘Neonaziyê’ girte ser 60 cihan

Polîsên Elmanyayê li hemberî Neonaziyan li 11 herêman girtin ser 60 cihan. Di hedefa wan de 46 kes hene.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya federal li 60 cihên li 11 herêman bi gumana ku ‘endamê rêxistineke terorîst a rastgiriya radîkal in’ 4 kes hatine destgîrkirin.

800 lêpirsîner tevlî vê operasyonê bûne û di hedefa wan de 46 kes hene.

Hate diyarkirin serokê koma Neonazî ya bi navê ‘Knockoût 51’ Leon R. jî hatiye destgîrkirin. Li gorî gumanan ev kesên hatine destgîrkirin li dora fikrên nijadperestî perwerdehiya ‘şerê kolanan’ dide ciwanan.

Li gorî ku tê gotin vê koma Neonaziyê dixwaze li herêma Thûrîngeyê li Eîsenenachê taxeke ‘Neonaziyan’ ava bike. Tê diyarkirin ev kom ji bihara 2021’an ve li herêmê digere û vê komê yek jê bi giranî gelek kes jî birîndar kirine.

Li Elmanyayê di salên dawîn de tevdîrên li hemberî gefa Neonaziyan zêdetir bûye. Hikumet pêla Neonaziyan wekî gefeke di dereceya yekemîn de pênase kir.