PKAN’ê li Stockholmê civîneke gel pêk anî
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), li Stockholmê civîneke gel pêk anî
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), li Stockholmê civîneke gel pêk anî
Piştî anonsa vekirinê ya li ser navê çalakiyê, ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre hevserokan axaftineke kurt kirin.
Hevserokan di axaftina xwe de bal kişandin ser wê yekê ku Kurdên Anatoliya Navîn û bi giştî gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Hevserokan diyar kir ku ew bawer dikin Kurdên Anatoliya Navîn dê di vê pêvajoyê de ji bo parastina ziman û çanda xwe xwedî helwest bin.
Rewşenbîrê Kurd Merhem Yigit ê ku tevli civînê bû, ji tekoşîna azadiyê ya Kurdên li Stockholmê û bi giştî li Swêdê dijîn, çend beş pêşkêş kirin. Merhem Yigit anî ziman ku Kurdên Anatoliya Navîn her dem di nav beşdarên herî bi biryar û berdewam ên vê têkoşînê de cih girtine. Yiğit diyar kir ku ew xwe wekî endamekî PKAN’ê dibîne û xebat û keda di vê qadê de, kêfxweşî û wateyeke mezin dide bîreweriya wî.
Siyasetmedarê ji Anatoliya Navîn Hanefî Celeplî jî di axaftineke kurt de anî ziman ku ji bo yekîtiya Kurdan, li ser milê Başûrê Kurdistanê wezîfeyên giring hene. Celeplî da zanîn ku statuyeke fermî ya vê pergalê heye û divê ev statu ji bo berjewendiyên hevpar ên gelê Kurd hîn bi awayekî çalaktir were bikaranîn.
Piştre hevserok Zayîre Kanat a ku pêşkêşkariya bernameyê dikir, di nav mêvanan de geriya û nêrîn û hestên beşdaran girtin. Di dema bernameyê de, çend mêvanan bi stranên xwe rengên cuda dan civînê û car caran kêliyên hestiyar hatin jiyîn.
Di axaftinan de, daxwaza fermîkirina statuya zimanê Kurdî ku Kurdên Anatoliya Navîn nêzî pêncsed sal in li Anatoliya Navîn hebûna xwe diparêzin derket pêş.
Di civînê de ligel stranên Koma Amara û Xalî Qadir govend hatin girtin û kêliyên bi coş hatin jiyîn.